Atîna: Ji bo ku diyalog dest pê bikin divê dewleta Tirkiyê şantajên xwe rawestîne
Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis îro got amade ne yekser bi Enqerê re bikevin diyaloga girêdayî herêmên deryayî bi şertê ku dewleta Tirkiyê şantajên xwe li herêmê bi dawî bike.
Îro şandeyên leşkerî yên dewleta Tirkiyê û Yewnanistanê civînek li avahiya NATO`yê ya li paytexta Balçîkayê Brukselê li dar xist da ku rêbazên çareserkirina aloziyê nîqaş bikin.
Beriya wê sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg û serokkomarê dewleta Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser destpêkirina danûstandinan di navbera Enqere û Atînayê de li hev kir da ku mekanîzmayên derbaskirina rageşiya li rojhilatê Deryayê Spî deynin.
Têkiliyên di navbera Yewnanistan û dewleta Tirkiyê de li herêma rojhilatê Deryayê Spî ji ber lêgerîna dewleta Tirkiyê li jêderên enerjî û berhemên xwezayî li herêmên ku Yewnanistan dibêje yên wê ne, derketin.