Rojnama El-Ereb: Piştgiriya Waşîngtonê ji Atinayê bû sedema paşvekişyana Enqerê
Îlon 15, 2020 18:46 Asia/Tehran
Rojnama El-Ere çapa Londonê nivîsiye: Piştevaniya Washingtonê ji Atînayê re nakokiya li ser rojhilatê Deryaya Spî rawestand û bû sedem ku Tirkiye keştiya xwe ya vekolandina Enerjiyê vegerîn berava xwe.
Têkildarî rageşî û nakokiya welatên rojavayî û Tirkiyê li rojhilatê Deryaya Spî rojnama El-Ereb çapa Londonê wiha nivîsî: "Piştî Enqerê gelek caran şerê leşkerî li hember Yewnanistanê nîşan da, Amerîka neçar ma ku destwerdanê bike, wê jî hişt dewleta Tirkiyê dest ji helwêst û siyasetên xwe yên gur li rojhilatê Deryaya Spî bikişîne û keştiya vekolînkirina gaza xwezayî ya bi navê ‘Oruç Reîs’ ji Deryaya Spî derxîne û vegerîne keştîgeha Antalyayê û bikeve çareseriya aştiyane ya nakokiyê bi cîranê xwe re.