Îlon 10, 2020 17:45 Asia/Tehran
  •  Li Mêrdînê; Qeyûm karmendê ku strana kurdî parve kir ji kar derxist

Beytar Îsmaîl Taş ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê weke karmend dixebitî, ji ber ku beriya 2 salan li ser hesabê xwe yê medya civakî straneke kurdî parve kiriye, ji aliyê qeyûm ve ji kar hat derxistin. Pêkanînên antî demokratîk ên li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, didomin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Endamê Sendîkaya Tum-Bel-Sen’ê Îsmaîl Taş ku li şaredariyê weke beytar dixebite, bi biryara Lîjneya Bilind a Disiplînê ji kar hat derxistin. Weke hinceta ji kar derxistinê jî parvekirina beriya 2 salan a straneke kurdî ya li ser hesabê medya civakî ya Taş hat nîşandan. 

ZILMA LI HEMBERî XWE VEGOT 
Taş, derbarê rewşa xwe axivî û diyar kir ku beriya ku Şaredariya Mêrdînê bibe Şaredariya Bajarê Mezin li şaredariyê dest bi kar kiriye û wiha got: “Di sibata 2018’an de li ser îxbarekî hatim binçavkirin. Piştî binçavkirina 10 rojan min bi daxwaznameyekê xwest careke din vegerim karê xwe lê bi hinceta destpêkirina lêpirsîna îdarî ez negirtin kar. Ji ber ku ji îxbara hatibû kirin tiştekî derneket, bi angaşta ku min bi straneke kurdî ya li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kiriye “Propagandaya rêxistinê” kiriye, doz li min vekirin.  Di dozê de salek û 3 meh ceza li min birîn lê biryara “Aşkerakirina Hikmê ji Piştre Hiştinê” dan. Dema şaredarî di destê HDP’ê de bû vegeriyam karê xwe lê piştî tayînkirina qeyûm careke din ji kar hatim derxistin. Piştî ji kar derxistin 18 meh şûn de derbarê min de lêpirsîn dan destpêkirin. Pêvajoya hiqûqa îdarî bi awayekî neheq li ser min pêk anîn. Lewre dema ku karmendekî ji kar bê derxistin divê piştî 6 mehan lêpirsîna îdarî bê destpêkirin.” 

Serepeyv