Kesên li Sakaryayê êrişî karkerên Kurd kiribûn hatin berdan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i319411-kesên_li_sakaryayê_êrişî_karkerên_kurd_kiribûn_hatin_berdan
2 kesên êrişî karkerên ji Mêrdînê çûbûn Sakaryayê findiqan kom bikin kiribûn, serbest hatin berdan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 09, 2020 19:04 Asia/Tehran
  • Kesên li Sakaryayê êrişî karkerên Kurd kiribûn hatin berdan

2 kesên êrişî karkerên ji Mêrdînê çûbûn Sakaryayê findiqan kom bikin kiribûn, serbest hatin berdan.

Ji kardêr û gundiyên êrişî karkerên demsalî yên ji Mêrdînê çûbûn Sakaryayê findiqan kom bikin, kiribûn 2 jê hatibûn binçavkirin. 2 kesên sewqî edliyê hatin kirin û îfadeyên wan  hatin girtin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê, di koordîneya Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê de, derbarê K.C. û H.C. ên êriş kiribûn de, bi îdîaya “gef xwarin” û “birîndar kirinê” biryar binçavkirinê da bû. Bersûcên ji aliyê eskeran ve hatibûn binçavkirin, dûre sewqî edliyê hatin kirin. Her 2 kes piştî îfadeya wan a li dozger hat girtin, sewqî dadgeha nobedar hatin kirin. Dadgeha nobedar bi şertê kontrola edlî her 2 kes serbest berdan.