Nêçîrvan Barzanî û Receb Teyib Erdogan civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Enqerê li gel Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya serdana xwe ya Tirkiyê de, li Enqerê li gel Serokomarê vî welatî Erdogan civiya.
Îro roja înê 04.09.2020an danê sibê û di saet 09:30 de Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu civiyabû.
Derbarê vê civînê de Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, Wezîrê Derve yê Tirkiyê amadebûna welatê xwe bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna pandemiya Koronayê nîşan da û tekez kir, ji bo wê yekê Enqere dê alîkariyê tendirustiyê bo Hewlêrê bişîne.
Herwiah di daxuyaniyê de hatiye gotin, peywendiyên Hewlêr-Bexda û gotûbêjên çareserkirina pirsgirêkan, metirsiyên DAIŞê û rûbirûbûna wê, pêşhatên herî dawî yên rewşa navçeyê û çend mijarên din ên giring bo herdu aliyan, mijareke din ê civînê bû.
Civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li koşka serokomariya Tirkiyê li Enqerê bi dawî hat. Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, civîna navbera herdu serokan saetek û 15 deqîqan dom kiriye.
Serokê Herêma Kurdistanê li ser daxwaza Recep Tayyip Erdogan îro serdana Tirkiyê kir.
Her du aliyan derbarê vê yekê ku gelo herdualiyan ser êrişên Tirkiyê yên ser Herêma Kurdistanê gotûbêj kirine an na? Ti tişt negotin.