NATO: Yewnanistan û Tirkiye wê danûstandinan bikin
Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya NATOyê, Jens Stoltenberg roja pêncşemê ragihand ku Yewnanistan û Tirkiye herdu hevpeymanên NATO lihev hatin ku danûstandinên derbarê aloziyên li rojhilatê Derya Spî biden destpêkirin ji bo dûrbûn ji şer û aloziyan li herêmê.
Stoltenberg di daxuyaniyekê da ragihand: "Ji encama danûstandinên min ligel berpirsên Yewnanistan û Tirkiyê, herdu welatan erê kir ku li bingeh NATOyê bikevin di danûstandinên teknîkî da jibo kêmkirina metirsiyê derketina bûyeran li Rojhilatê Derya Spî."
Jens Stoltenberg ev yek di hesaba xwe ya fermî ya twîterê da jî, weşand.
Li aliyek din ajansa Rueters ji Stenbûl ragihand ku roja Pêncşemê Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re bi riya Videokonferansê axiftîye û Erdogan gotiye piştevanîya ku hin welatan daye Yewnansitanê li ser rewşa Rojhilatê Derya Spî helwestek "Xweperêsî û nedadwerane ye".
Yewnanistan û Tirkiye ketine di nava nakokî û aloziyan da li ser herêma avî ya li rojhilatê Derya Spî ku Tirkiyê dest bi lêgerîna enerjiya Haydrokarbûnî kiriye ku dibe li jêrava herêmê hebe.
Ji bo vê mebestê nîva meha Tebaxê Tirkiyê, keştiya lêgerînên enerjiyê Oruç Reis tevî gemiyên cengê hinartbûn herêma avî ya ku Yewnanistan û welatên di yên Yekîtiya Ewrupa dibêjin pêngavên ku Tirkiye diavêje ne yasayî ne.
Li aliyek din, duh pêncşemê Serokwezîrê berê yê Tirkiyê û Serokê niha yê partiya "Gelecek-Dahato" ya nû avakirî Amet Davutoglu gote ajansa Reuters, Tirkiye dikeve ser riya hat û batê ya derketina şerekî li Rojhilatê Derya Spî.
Davutoglu got, siyaseta Serokomar Erdogan, dike ku pevçûn li Rojhilatê Derya Spî derkevin, jiber ku Erdogan hêza leşkerî dixe pêşî xebatên dîplomasî. Herweha Davutoglu sistema nû ya serokatiyê rexne kir û gotî ew bi aliyê zordestiyê ve diçe di biryarên desthilatadriyê da û hikûmet bi rêvebirinek nebaş ya pirsgirêkan tawanbar kir û gotî, Tirkiye rastî zincîrek astengiyan hatiye yên weke vîrusa korona û aloziyên li Rojhilatê Derya Naverast.