Taximeke payeberz a Tirkiyê berê xwe daye Moskovayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i319157-taximeke_payeberz_a_tirkiyê_berê_xwe_daye_moskovayê
Taximeke payeberz a Tirkiyê bi serokatiya Alîkarê Wezareta karên derve ya vî welatî jibo gotûbêja li ser alûgorên vê dawiyê li navçeyê, çû Moskovaya paytexta Rûsiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 31, 2020 13:35 Asia/Tehran
  • Taximeke payeberz a Tirkiyê berê xwe daye Moskovayê

Taximeke payeberz a Tirkiyê bi serokatiya Alîkarê Wezareta karên derve ya vî welatî jibo gotûbêja li ser alûgorên vê dawiyê li navçeyê, çû Moskovaya paytexta Rûsiyê.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Li gorî agahiyên bidestketî ji Wezareta karên derve ya Tirkiyê, Taximeke payeberz a Tirkiyê bi serokatiya Sedat Onal, Alîkarê Wezîrê karên derve yê Tirkiyê jibo gotûbêja li ser alûgorên vê dawiyê li navçeyê, çû Moskovaya paytexta Rûsiyê..

Li gorî rapora CNN turkê, di vê taximê da ji bilî Sedat Onal kesin ji Wezareta Berevaniyê û rayedarên MIT'ê jî hene ku li Moskovayê dê li ser mijarên cûrbecûr ji wan mijara Lîbyayê muzakire bikin.

Ev di halekî da ye ku roja Yekşemiyê jî nûçeya sefera taximeke payeberz a Kurdistana Sûriyê bi sserokatiya Îlham Ehmed, seroka cihêner a Meclîsa Sûriya Dêmokratîk (MSD) bo Moskovayê hatibû weşandin.