26ê Tebaxê; Li Tirkiyê 20 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
Tebax 27, 2020 10:57 Asia/Tehran
Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de hezar û 313 kesên din jî bi şewba Kovîd-19'ê ketine û 20 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa Koronayê (Kovîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin.
Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyê 20 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 313 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 262 hezar û 507 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 6 hezar û 183.