Tebax 27, 2020 10:29 Asia/Tehran
  • Bavê

Fûat Er, bavê Îpek Er a ku piştî çawîşê pipsor tecawizî wê kir û întihar kir, got: "Emê dev ji vê dozê bernedin. Heger îro bê girtin û sibê bê berdan, nexwe emê bêdeng nemînin."

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezsopotamyayê (MA), Çawîşê Pispor Mûsa Orhan li Sêrtê tecawizî "Îpek Er" a 18 salî kiribû. Piştî tecawizê Îpek Erê li Qubîna Êlihê întihar kiribû û dawiyê jiyana xwe ji dest dabû. Dû re Çawîşê Pispor Mûsa Orhan hatibû girtin. Lê belê piştî 7 rojên girtinê, Mûsa Orhan hat berdanç Bavê Îpek Erê Fûat Er bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku wê bêdeng nemînin." Bav Fûat Er got: "Emê dev ji vê dozê bernedin. Heger îro bê girtin û sibê bê berdanî nexwe emê jî bêdeng nemînin. Ez jî welatiyekî Komara Tirkiyê me. Bang li Serokomar, Wezîrê Karên Navxweyî dikim. Bila edalet pêk bê. Rojê bi dehan kes telefonî min dikin. Bi milyonan peyam ji min re tên. Ji bo edalet pêk bê piştgiriya me dikin. Em tenê dixwazin edalet pêk bê."

 Ji aliyê din va; Hinceta der barê berdana Çawîşê Pispor de: Bi rizaya her duyan bûye, sûcek berbiçav tuneye

Biryara Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Sêrtê ya der barê berdana Çawîşê Pispor Mûsa Orhan de derket holê. Dadgehê di biryara xwe de ji bo Orhanê ku tecawizî Erê kiribû û bûbû sedema mirina, parastiye ku "bi rizaya her duyan bûye û sûcekî werê berbiçav li holê tuneye." Dadgehê di biryara xwe de ji bo Orhanê ku tecawizî Erê kiribû û bûbû sedema mirina wê, delîl esas negirtine. 

Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Sêrtê ku Çawîşê Pispor Mûsa Orhan berda, di biryara xwe berdanê de parastiye ku di navbera Îpek Er û Mûsa Orhan de ji berê de têkiliyek hebûye û tiştên qewimîne bi "rizaya her duyan" qewimiye.

Dadgehê di biryara xwe de gotiye "sûcekî werê berbiçav jî li holê tuneye." Her wiha dadgehê îfadeyên Îpek Erê yên berî dawî li jiyana xwe bîne dabûn jî wekî "îdia" esas girtin. Îpekê di îfadeya xwe de gotibû, "bi soza zewacê ez xapandime", "êdî nikarim îdare bikim", "ez serxweş kirim û heb dan min." Her wiha heyeta dadgehê guh nedaye îfadeyên Îpekê Erê yên berê û nameya wê û gotinên malbata wê û raporên tiba edlî jî esas negirtine.

 

 

 

 

 

 

 

Serepeyv