Tebax 17, 2020 09:17 Asia/Tehran
  •  YE`yê ji Enqereyê re: Yekser xebatên li deryaya Spî rawestîne

Berpirsê Siyaseta Derve yê Yeketiya Ewropayê (YE) Josep Borrell yekşemê bang li Enqerayê kir ku "yekser" xebatên lêgerîna li gazê li deryaya Spî rawestîne. Ev yek piştî ragihandina Tirkiyê ku dê van xebatan berfireh bike, pêk hat. 

Berpirsê Siyaseta Derve yê YEyê Josep Borrell  bi daxuyaniyekê wiha got: "Mixabin, tiştên ku Enqerê ragihandiye rageşiyê zêde dike û ewlehiyê têk dibe. Her wiha kedên berdewamkirina danûstandinan vala derdixe. "

Josep Borrell bang li hikumeta Tirkiyê kir ku çalakiyên xwe yekser rawestîne û têkiliyên xwe bi YE`yê re baş bike.

Hêjayî gotinê ye ku yekşemê Tirkiyê ragihand ku dê xebatên xwe yên lêgerîna li mêrgên gazê li herêma bi nakok a li rojhilatê deryaya Spî, berfireh bike. Tirkiyê bi vê yekê li dijî bangewaziyên YE`yê yên kêmkirina rageşiyê, derdikeve.

Serepeyv