Ji Bankaya Cîhanê hişyariya Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i318634-ji_bankaya_cîhanê_hişyariya_tirkiyê
Piştî Fona Pere ya Navneteweyî (IMF), Bankaya Dinyayê jî derbarê daketinên rezervên Bankaya Navendî de Tirkiyê hişyar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 14, 2020 10:41 Asia/Tehran
  •  Ji Bankaya Cîhanê hişyariya Tirkiyê

Piştî Fona Pere ya Navneteweyî (IMF), Bankaya Dinyayê jî derbarê daketinên rezervên Bankaya Navendî de Tirkiyê hişyar kir.

 Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA),  Bankaya Dinyayê, Rapora Şopandina Aboriya Tirkiyê ya ku nirxandin û hêviyên derbarê geşedanên rojane yên aboriyê têde cî digirin weşand. Bankayê pêşdîtinek kir ku wê aboriya Tirkiyê sala 2010’an bi biçûkbûna ji sedî 3.9’an temam bike. Bankayê, derbarê daketinên rezervên Bankaya Navendî (TCMB) de Tirkiyê hişyar kir û da zanîn ku ev zextên li ser fînansmana derve û bazarê zêde dike.