Tebax 13, 2020 10:26 Asia/Tehran
  • Michael Rubin: Divê Ewropa û Amerîka darbeyeke bi hêz li Tirkiyê bidin

Berpiserê berê yê Pentegonê Michael Rubin ji Amerîka û Ewropayê xweset ku li ser destekdayîn komên terorîst ên li Sûriyê, hesab ji Tirkiyê bixwazin. Her wiha xemgîniya xwe têkildarî bêdengiya Ewropa, serokê Amerîkayê Donald Trump û berpirsê doza Sûriyê James Jeffrey li hemberî kiryarên dewleta Tirkiyê, nîşan da.

Li gorî raporeke nû ya lêgervanê giştî yê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentegon) ya beriya çend rojan, Tirkiyê hîn jî navendeke herêmî ya derbasbûna çeteyên DAIŞ`ê ye.

Li gorî heman raporê, ferrmandariya Ewropa-Amerîkayê, Tirkiyê wekî "navenda sereke ya hêsankirina derbasbûna DAIŞ`ê" bi nav kir û wiha got: "Tevî kedên hevbeş ên Sûriyê û Iraqê li ser erdê jî, lê belê hîn pirsgirêka ewlehiya sînorên başûrê Tirkiyê yên bi her du welatên hanê re,  heye."

Di demên dawîn de rexne û tewanbariyên dewletên rojavayî ji bo Tirkiyê yên der barê piştgiriya komên terorîst li Sûriyê de, zêde bûn.

Girêdayî mijarê, berpirsê berê yê Pentegonê Michael Rubin got: "Bi rastî, ez ji wê yekê zêde hêvî nakim. Ji ber ku Ewropa li hemberî gefên Erdogan ku her tim koçberan wekî kaxizeke şantajê bikar tîne, lawaz e."

Rubin wiha lê zêde kir: "Erdogan her demê nîşan dide ku dikare Trump kontrol bike."

Rubin diyar kir ku tekane rêbaz ji bo hesabxwestina ji Tirkiyê ew e ku Ewropa darbeyekê li Tirkiyê bide û wiha domand: "Ji bo darbe bi hêztir be, divê Yekitiya Ewropayê  yekser ketina balafirên Tirkiyê ji balafirgehên xwe re qedexe bike û hemû rêwîtiyên asîmanî yên ber bi beravên deryaya Îgeyê û deryaya Spî ve, rawestîne."

Rubin herwiha eşkere kir: "Li gorî raporê, Wezareta Derve ya Amerîkayê Tirkiyê wekî hevalbendekî dibîne, ku Pentegon li ser wê yekê bi Amerîkayê re li hev nake."

Rubin diyar kir: "Wezareta Derve ya Amerîkayê siyaseta derve ya dawî ya Amerîkayê temsîl nake. Heke Wezareta Derve û Pentegon li hev nekin wê demê dê Koşka Spî wekî dadmend destwerdanê bike. Dibe ku James Jeffrey di wê der barê de xepandinê bike, lê niha baweriya piraniya endamên Rêveberiya Amerîkayê bi Jeffrey nemaye."

 Rubin di dawiyê de got: "Ez bawer im ku Washington dê cezayan li Enqerê bibire. Lê belê dê wê yekê wekî refleksekê li dijî têkiliya Tirkiyê bi Rûsya re bike, ne ji bo tiştekî din. Lewra ji bo cezakirina Tirkiyê, divê Kurd zextê bikin."

Serepeyv