11ê Tebaxê; Hezar û 183 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i318568-11ê_tebaxê_hezar_û_183_kesên_din_jî_bi_covîd_19'ê_ketine
Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de hezar û 183 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine û 15 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 12, 2020 06:02 Asia/Tehran
  • 11ê Tebaxê; Hezar û 183 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de hezar û 183 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine û 15 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

 Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyê 15 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 183 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 243 hezar û 180 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 873.