Xarpêt - Agir bi daristana Qereqoçanê ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i318501-xarpêt_agir_bi_daristana_qereqoçanê_ket
Li Navçeya Qereqoçanê ya Xarpêtê (Elazîx) agir bi daristanê ket. Piştî agir bi daristanê ket, ji ber bayê zêde agir belav dibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 09, 2020 22:25 Asia/Tehran
  •  Xarpêt - Agir bi daristana Qereqoçanê ket

Li Navçeya Qereqoçanê ya Xarpêtê (Elazîx) agir bi daristanê ket. Piştî agir bi daristanê ket, ji ber bayê zêde agir belav dibe.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA),  Li Gundên Uçbudak û Yogun Agaç ên Navçeya Qereqoçanê ya Xarpêtê (Elazîx) ji ber sedemek nehat zanîn agir bi daristanê ket. Hat fêrbûn ku ewil agir li nêzî Qereqola Cendirmeyan a Uçbudakê bi daristanê ketiye û belav bûye. Piştî agir bi daristanê ket, ji ber bayê zêde agir zû li herêmê belav bû. Di dîmen û wêneyên hatin kişandin jî nîşan dide ku agir belav dibe û didome. Piştî agir bi daristanê ket, 2 maşîneyên kar dora agir xet dikin û hewl didin şewata daristanê vemirînin. Welatiyên herêmê anîn ziman ku agirê 4 saet berê bi daristanê ket bi lez belav dibe. Welatiyan rayedar hişyar kirin û anîn ziman ku eger mudaxile neyê kirin dê agir bi gund bikeve.