Aborînas Ûlûsoy: Wê deynê derve bibe deynê civakî
Prof. Dr. Veysel Ûlûsoy, stratejiya deynê derve û hundir ê desthilatê nirxand û derbarê mijarê de ev tişt got: “Heke deyn ê Beşa Taybett be jî dema ku bê asta nikare bê dayînê dibe deynê civakê. Tişta niha dibe ev e. Em nikarin deyn bi deyn jî bidin razandin.”
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Kirîza siyasî û aborî her ku diçe kûrtir dibe. Bi mudaxaleyên desthilatê re rê li ber pirsgirên nû vedibe. Derîvenekirina Fona Dirav a Navneteweyî (IMF) ya ji desthilatê re û pêknenîna peymanê swapê ku Tirkiye li wan digere, diwîz dike tevgerandinê. Hîndekarê Zanîngeja Yedîtepeyê Prof. Dr. Veysel Ûlûsoy, rewşa aboriya Tirkiyê nirxand.
WÊ JI NEÇARÎ PERE BÊ ÇAPKIRIN
Prof. Dr. Veysel Ûlûsoy, diyar kir ku daneyên aboriyê bi alîgiriyê tên aşkerakirin û ev jî li ser civakê dibe barekî giran û wiha got: “Tûnebûna alternatîfên faîz (sûda bankê), diwîz (pereyê biyanî) û medenên nirxdar (zêr û zîv û hwd), bandoreke neyînî li veberhênanên biçûk û kesên ku dixwazin razemeniyê bikin dike. Wê hikumet ji neçarî pere çap bike. Lê aşkera ye ku wê ev nikare bê domandin.”
DEYN BI DEYN NAYÊ RAZANDIN
Ûlûsoy, da zanîn ku heke deynê derve bê razandin wê pirsgirêk çênebe, lê heke Beşa Taybett bê sînor bê deyndarkirin, wê xesara vê yekê ya civakî gelek giran be û ev nirxandin kirin: “Heke deyn ê Beşa Taybett be jî dema ku bê asta nikare bê dayînê dibe deynê civakê. Tişta niha dibe ev e. Em nikarin deyn bi deyn jî bidin razandin.”
ÊDÎ DOLAR DI SERIYA 7 TL’AN DE YE
Derbarê bilindbûna dolar de jî Ûlûsoy nirxandin kirin û ev tişt gotin: “Divê em êdî xwe hînê dolarê di seriya 7 TL’yî de bikin. Her model dibe li gorî xwe şîroveyan bike, lê rastiyeke wiha heye ku heke pandemî bi dawî bibe jî dê pêvajoyeke bi çîk dest pê bike. Ne tenê aboriya Tirkiyê wê aboriya gelek welatan nikaribe vê rewşê rake.” MA / Selman Guzelyuz