Tebax 05, 2020 08:27 Asia/Tehran
  • Almanya: Me îsal bi qasî 25 milyon Euroyan çek firotine Tirkiyê 

Wezareta Aborî ya Almanyayê ragihand ku wan ji cotmeha 2019an heta Tîrmeha 2020an bi buhayê 25 milyon û 900 hezar euroyan çek firotine Tirkiyê.

 

Parlamentera Partiya Çep a Almanî Sevim Dagdelen, pirsnameyek pêşkêşî Wezareta Aboriya Almanyayê kir û daxwaza amarên firotina çekan bo Tirkiyê kir.

Wezareta Aborî ya Almanyayê di bersiva pirsnameya Sevim Dagdelen de dibêje, ji 9ê Cotmeha 2019an heta 22ê Tîrmeha 2020an bi buhayê 25 milyon û 900 hezar Euro firotina çekan bo Tirkiyê hatiye pesendkirin.

Wezareta Aborî ya Almanyayê amaje bi wê yekê kir ku di nava wan çekên ku firotinê Tirkiyê de çekên şer nînin.

Sevîm Dagdelen ku di heman demê de Berpirsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Çep e, dibêje ew çekên bo Tirkiyê hatine firotin, dikarin di şerê li Sûriyê de jî bêne bikaranîn, hikûmeta federal dibêje ew destûra firotinê nade çekên ku dikarin li Sûriyê bêne bikaranîn û raya giştî bi vê yekê dixapîne.

Partiya Çep dixwaze firotina çekan bo Tirkiyê bi temamî were rawestandin.

Hikûmeta Almanya di dema operasyona Tirkiyê ya li ser kurdên Sûriyê li bakur û bakurê rojhilatê vî welatî  de biryar dabû ku firotina çekan bo Tirkiyê sînordar bike.

Li Almanya, firotina kelûpelên serbazî û çekan bo welatên din, bi destûra hikûmetê tê kirin.                                                                                        

Serepeyv