Tebax 04, 2020 20:43 Asia/Tehran
  •  Li Tirkiyê 217 hezar û 497 kes ji Kovîd-19ê xilas bûn

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn da 995 kesên bi Kovîd-19ê ketine hatin tesbîtkirin, 19 kes mirin, hejmara pêketiyan derkete 233 hezar û 851î, hejmara miriyan jî derkete 5 hezar û 747 kesan.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn da 995 kesên bi Kovîd-19ê ketine hatin tesbîtkirin, 19 kes mirin, hejmara pêketiyan derkete 233 hezar û 851î, hejmara miriyan jî derkete 5 hezar û 747 kesan.

Li gor daneyên li ser melpera Wezareta Tenduristiyê û Fahrettîn Kocayê Wezîr jî parve kirin, îro li Tirkiyê 41 hezar û 301 test hatin kirin, di 995 kesan da Kovîd-19 hat tesbîtkirin, di 24 saetên dawîn da 19 kes mirin.

Li gor qeydan hetanî nika 4 milyon û 927 hezar û 217 test hatin kirin, hejmara pêketiyan bû 233 hezar û 851 kes, hejmara miriyan jî derkete 5 hezar û 747 kesan.

Di 24 saetên dawîn da 1003 hezar kesên din jî pak bûn û hejmara pakbûyan derkete 217 hezar û 497an.

Hejmara nexweşên rewşa wan giran e bû 580, rêjeya kesên bi zatureyê ketin jî bû ji sedî 8,4.

Kocayê Wezîrê Tenduristiyê di peyama xwe da wiha got:

"Di pîrozkirina eydê da, li wargehên tetîlê mixabin qasî ku têrê dike bala xwe nedan. Berê li çend bajaran hejmara haletan zêde dibû niha tirsa me ew e ku li bajarên din belav bibe. Di tevdîran da hevkarî lazim dike."

 

 

 

Serepeyv