Li Dêrsimê - Bertek nîşanî qirêjkirina Geliyê Mûnzûrê dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i318301-li_dêrsimê_bertek_nîşanî_qirêjkirina_geliyê_mûnzûrê_dan
"Hewldana Parastina Mîrateya Çandî û Xwezaya Dêrsîmê" bertek nîşanî qirêjkirin û rûxandina Geliyê Mûnzûrê da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 04, 2020 04:21 Asia/Tehran
  • Li Dêrsimê - Bertek nîşanî qirêjkirina Geliyê Mûnzûrê dan

"Hewldana Parastina Mîrateya Çandî û Xwezaya Dêrsîmê" bertek nîşanî qirêjkirin û rûxandina Geliyê Mûnzûrê da.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), "Hewldana Parastina Mîrateya Çandî û Xwezaya Dêrsîmê" têkildarî qirêjkirin û rûxandina Geliyê Mûnzûrê daxuyanî da. Di têketina Parka Millî de daxuyanî pêk hat û nûnerên rêxistinên hawirdorê beşdar bûn. Berdevkê "Hewldana Parastina Mîrateya Çandî û Xwezaya Dêrsîmê" parêzer Bariş Yildirim daxuyanî da û diyar kir ku Geliyê Mûnzûrê ji sala 1971’an vir ve tê rûxandin. Yildirim da zanîn ku li dijî rûxandina hawîrdorê têkoşîna wan a hiqûqî didome û got: “Li seyranê agir dikin, masiyan digirin û avahî tên çêkirin û ev yek zirarê didin xwezaya me. Her car em bang li rayedaran dikin. Tiştên ku di qanûna Parka Millî de hatine nivîsandin divê werin sepandin. Tu qanûn nayên sepandin û ji rûxandina hawirdorê re nabin asteng. Emê li dijî vê rûxandina derdorê û xwezayê têkoşîna xwe hiqûqî bidomînin.”