Tebax 01, 2020 13:22 Asia/Tehran
  • Heta 31ê Tîrmehê; Hejmara pêketiyên Covîd-19'ê li Tirkiyê bi ser 230 hezarî ket

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 982 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine û 17 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê  Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa Koronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî (Heta 31ê Tîrmehê) de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyê 17 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 982 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 230 hezar û 873 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 691.

 

 

Serepeyv