Balefirên şêrr ên F16 ên Tirkiyê derbasî Komara Azerbaycanê bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i318203-balefirên_şêrr_ên_f16_ên_tirkiyê_derbasî_komara_azerbaycanê_bûn
Balefirên şêrr ên F16 jibo beşdariya di meşqa şêrr a hevpar a hêzên Komara Azerbaycanê û Tirkiyê derbasî wî welatî bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 01, 2020 03:34 Asia/Tehran
  • Balefirên şêrr ên F16 ên Tirkiyê derbasî Komara Azerbaycanê bûn

Balefirên şêrr ên F16 jibo beşdariya di meşqa şêrr a hevpar a hêzên Komara Azerbaycanê û Tirkiyê derbasî wî welatî bûn.

Li gorî rapora roja Îniyê ya ajansa Anatoliyê, Di vê meşqa hevpar da ku bi navê "Bazê Azerbaycan û Tirkiyê-2020" hatiye binavkirin, amadetiya balefirên şêrr, hêzên çekdar ên bejahî û asimanî yên du welatan dê were ceribandin.

Meşqa şêrr a hevpar a hêzên Komara Azerbaycanê û Tirkiyê li Bakû û Nexcewanê ji 1 heta 5ê Tebaxê û meşqa şêrr a asimanî ya du welatan li bajarên Bakû, Nexcewan, gence, Kurdemîr û Bolaxê dê rojên 29ê Tîrmehê heta 10ê Tebaxên bê lidarxistin.