Tîrmeh 27, 2020 18:05 Asia/Tehran
  • Tirkiye di nav 3 welatên ku deynên wê zêde dibin de ye

Enstîtuya Fînansê ya Navneteweyî (IIF) ji bo mehên pêşîn ên salê krîtîkek li ser deynên welatan çêkir û raporek weşand. Li gor raporê di nav welatên pêş dikevin de Tirkiyê sêyemîn welat e ku herî zêde deynên wê zêde bûne. Ku di 3 mehên pêşî de hê li Tirkiyê pandemî û rewşa pandemiyê xwe nîşan nedabû. Piştî Çîn û Koreya Başûr, Tirkiye bûye sêyemîn

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Di rojnameya Sozcu de Nuray Tarhan li ser vê yekê nûçeyeke nivîsî. Rapor Dîrektorê Lêkolînê yê Berdewambûnê yê IIF'ê Emre Tiftik û Aborînasa Cîgir Khadija Mahmood rapor amade kiriye. Ligel ku li Tirkiyê hê pandemî xwe nîşan nedabû jî Tirkiye di warê welatên deynên wan zêde dibin de bûye sêyemîn.

Rapor radigihîne ku di çarîka dawî ya 2019'an de 70.6 trîlyon dolar deynên welatên pêş dikevin hebû, di çarîka îsal de ev derketiye 72.6 trîlyon dolarî. Rapor dibêje ji bo welatên pêş dikeve îsal deynên wan dê ji 3.7 trîlyon dolarî derkeve 4 trîlyon dolarî, loma bi taybetî Çîn, Emîriya Yekbûyî ya Erebî (Imarat) û Tirkiye di warê dayîna deynan de dê bitengijin. Tirkiye hem di nav sê welatên herî zêde deynên wê zêde dibin de ye, hem jî di nav welatên dê dayîna deynan de zehmetî bikişîne de ye.

 

 

 

Serepeyv