Tîrmeh 26, 2020 02:58 Asia/Tehran
  • Kiliçdaroglû dîsa bû serokê giştî yê CHP’ê

Di kongreya asayî ya 37’emîn de ya Partiya Komarî ya Xelq ya Tirkiyê (CHP) de Kemal Kiliçdaroglû bi dengê hezar û 251 delegeyan bû Serokê Giştî yê vê partiyê.

  Di kongreya asayî ya 37’emîn de ya CHP’ê de Kemal Kiliçdaroglû bi dengê hezar û 251 delegeyan bû Serokê Giştî. 67 deng şewitîn.

Kiliçdaroglû bi îmzeya serokên 80 bajaran bûbû namzet.

Kiliçdaroglû herwiha di axivtina xwe de Rexna li siyasetên navxwe û derve yê serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan girtin û diyar kir ku Erdogan bi van siyasetan Tirkiye ber bi hilweşandinê biriye û divê ku ji Tirkiyê re qanûneke nû ya sereke were nivîsandin.

Serepeyv