Tirkiye- 18 kesên din ji ber Koronayê mirine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317963-tirkiye_18_kesên_din_ji_ber_koronayê_mirine
Wezareta Tendirustiya Tirkiyê derbarê amarê 24 saetên dawî yên nexweşiya vîrusa Koronayê de daxuyaniyek belav kir û aşkere kir 913 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatine tomarkirin û 18 kes jî bi Koronayê mirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 23, 2020 19:21 Asia/Tehran
  • Tirkiye- 18 kesên din ji ber Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiya Tirkiyê derbarê amarê 24 saetên dawî yên nexweşiya vîrusa Koronayê de daxuyaniyek belav kir û aşkere kir 913 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatine tomarkirin û 18 kes jî bi Koronayê mirine.

Êvara îro roja pênçşemê 23.07.2020an Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên nexweşiya vîrusa Koronayê ji tora medya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê belav  kir. Li gorî zanyariyên Koca 43 hezar û 343 pişkinînên nû hatine kirin û 913 pêketiyên nû hatine tomarkirin û 18 kes jî bi Koronayê mirine. Herwiha 1.151 nexweş jî baş bûne.

Ligor amarên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê heta niha 223 hezar û 315 kes bi nexweşiya Koronayê ketine û 206 hezar û 365 nexweş baş bûne. Herwiha 5.563 nexweş jî bi Koronayê mirine.