Tîrmeh 19, 2020 10:26 Asia/Tehran
  • 18ê Tîrmehê; 17 kes ji ber vîrûsê mirin, 918 kes jî bi vîrûsê ketin

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca derbarê şewba vîrûsa koronayê de daxuyanî da û diyar kir ku îro 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û 918 kes bi vîrûsê ketin.

 Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, derbarê şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) de daxuyanî da û diyar kir ku îro 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 475'an. Koca, dest nîşan kir ku di nava 24 saetên de 918 kes bi vîrûsê ketin û bi giştî hejmara kesên bi vîrûsê ketin derket 218 hezar û 177'an. Li gorî agahiyên Koca di hesabê xwe yê Twîtterê parvekir de, 1231 kes di beşa lezgîn de tên dermankrin û 394 kes jî, girêdayî cîhazê bêhn standinê ne.

 

 

 

 

Serepeyv