Weşanger Azad Zal hat berdan
Tîrmeh 19, 2020 10:18 Asia/Tehran
Edîtor û xwediyê Weşanên J&J'yê weşanger û nivîskar Azad Zal îro hat berdan.
Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Weşanger û nivîskar Azad Zal bi navê xwe yê li nasnameya fermî Mehmet Gungormuş 29'ê meha borî di çarçoveya lêpirsîna xebatên Kongreya Civaka Demokratîk de hatibû girtin. Îdîaya "Endamtiya rêxistinê" avêtibûn ser wî.
Piştî girtiyê parêzeran îtîraz kiribû û dadgehê ji nû ve nirxandin kir û ew serbest berda.