Tîrmeh 16, 2020 17:16 Asia/Tehran
  •  Serteşiyan Sariqamîş ji xwe ra kirin wargeh

Serteşiyên rengrengî yên ji famîlyaya kêzikan Sariqamîşa navçeya Qersê ji xwe ra kirine wargeh.

Li gorî nivîsa beşa Kurmancî ya AA'yê, "Serteşiyên rengrengî yên ji famîlyaya kêzikan ku Sariqamîşa navçeya Qersê ji xwe ra kirine wargeh bi hebûna xwe siruştê dixemilînin û ji aliyekî va jî ji bo hevsengiya siruştê pir bi kêr in.

Daristanên Sariqamîşê bi xweşî û dewlemendiya xwe ji bo gelek heywan û nebatî wargeheke bêhempa ye û geliyên Hançerlî, Sûlû Dere û Keklîkê jî ji bo kêzikên serteşî bû wargeh.

Serteşiyên li herêmê bala siruşthez û wênekêşên tên navçeyê dikişînin.

Kordînatorê Zanistê ya Komeleya Siruşta Bakur Emrah Çoban daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku serteşî nêçîrvanên hêja ne.

Çoban destnîşan kir ku serteşiyên goştxwarê xwedî merîfet li hewayê nêçîra xwe digirin û wiha dewam kir: "Ew bi qasî giraniya xwe divê xwarinê bixwin. Kermêş, moz, perperok û kêzikan dixwin. Ji bo hevsengiya siruştê ev kêzîk jî gelek in."

Di berdewamiya axaftina xwe da Çoban ragihand ku serteşî him ji bo çandiniyê û him jî ji bo mirovan kêzikên gelekî bi kêr in, lewra ew bi kermêş û kêzikên xwîna mirov fir dikin va xwe têr dikin û ev jî bi kêrî mirovan tê."
 

Serepeyv