Tîrmeh 16, 2020 09:10 Asia/Tehran
  • Heskîf - Şaristaniyek 12 hezar salan ji bo bendaveke 50 salan hat tunekirin

Ekolojîst Ertûgrûl Barka ji bo Heskîfa di bin avê de hat hiştin diyar kir ku bi vî awayî armanc tunekirina bîra çandî ye û got: "Şaristaniyek, ji bo bendaveke 50 salan hat tunekirin."

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Her diçe bîlanço û texrîbata bendava ku Heskîfê di bin avê de hişt zêde dibe. Lê belê hikûmet û saziyên çapemeniyên yên girêdayî hikûmetê jî vê yekê manîpule dikin û wekî tiştek baş hatibe kirin nîşan didin. Çend roj berê Ajansa Anadolûyê (AA) wêneyê  Heskîfê yên dawî parve kiribû û gotibû "Heskîfa bi ruyê xwe yê nû li benda mêvanê xwe ye." Ekolojîst Ertûgrûl Barka, wêneyên ku bûn cihên bertekên tund şîrove kirin û got, bi vî awayî armanc tunekirina bîra çandî ye. DÎROK Û XWEZA DI BIN BETONÊ DE HAT HIŞTIN Barka ku got "Wexta welatiyek biçe Heskîfê wê ji xeynî qirkirineke çandî û dîrokî tu tiştî nebîne" û got, bi bendavê re çand û dîroka bajêr di bin betonê de hatiye hiştin. ‘CÎHAN HAY ZIRARÊ HEYE, LÊ BÊDENG E' Barka, anî ziman ku ji roja ku komar hatiye avakirin heya niha polîtîkayên ji bo tunekirina çand û dîrokê qet neguherîne û got, li welêt mafê jiyanê yê çand û baweriyan tê binpêkirin.

Barka, got: "Tunekirina Heskîfê berdewama vê polîtîkayê ye. Çi astengiyên li ber tirkîbûnê hebin giştan ji holê radikin. Li wir çandekê, dîrokekê, bîrekê tune dikin. Kokên mirovan ji holê radikin. Cîhan hay ji zirara li Heskîfê hatiye kirin heye. Lê giş bêdeng in. Hin berhem hene malê mirovahiyê ne." Barka, anî ziman ku niha têketina her bajarî dişibe hev du û got, kesayetiya bajaran nemaye. Barka got: "Kesayetiya welêt jî nemaye. Vî welat, bi tunekirina Heskîfê asas kesayetiya xwe tune kir. Mîrateyeke çandî a 12 hezar salan, şaristaniyek 12 hezar salan ji bo bendaveke 50 salan hat tunekirin. Ma wijdanê mirovahiyê qebûl dike? Helbet li Heskîfê mesele ne aborî ye. Mesele armancên polîtîk û eskerî ye. Hem erdnîgariyê hem jî jiyanê tune dikin û pêşkeşî xwe dikin. Ev siyaseteke ku partiyên dewletê li ser li hev dikin." Ertûgrûl Barka herî dawî Barka got: "Divê em Heskîfê û Behra Reş bi hev re bifikirin û li xaleke hevpar bînin cem hev."

 

 

 

Serepeyv