Tîrmeh 14, 2020 08:39 Asia/Tehran
  •  Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bi ser 214 hezaran ket

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de hezar û 8 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine û 19 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 19 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 8 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 214 hezar û 1 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 382.

 

 

 

Serepeyv