Tîrmeh 10, 2020 12:26 Asia/Tehran
  • Parlemana Ewropa: Bila firotina çekan a ji bo Tirkiyê bê sekinandin

Li Parlemana Ewropayê rexneyên giran li Tirkiyê hate kirin. Di civînê de hate diyarkirin ku divê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê û alîkarî were sekinandin.

Li Parlqmana Ewropayê bi navê “Li Behra Spî îstîkrar, ewlekarî û rola neyînî ya Tirkiyeyê” rûniştineke desteya giştî hate lidarxistin.

Di rûniştinê de kiryar û polîtîkayên dagirker ên ku Tirkiye li Behra Spî ya Rojhilat û Lîbyayê bikar tîne, bi zimanekî tund hate rexnekirin. Gelek parlamenteran diyar kirin ku Tirkiye “rejîmeke otorîter e” û bila muzakereyên bi Enqerê re were sekinandin. Bang hate kirin ku bila alîkariyên malî yên Neteweyên Yekbûyî jî were sekinandin.

Raportorê NY ê li Tirkiy4ê û parlamenterê Îspanyol Nachos Sanchez-Amor diyar kir ku divê Tirkiye hurmetê nîşanî normên Ewropayê bide.

Serokê Koma Demokratên Xirîstiyan, parlamenterê Elman Manfred Weber jî xwest ku bila dawî li muzakereyên endamtiyê yên bi Tirkiyê re were anîn.

Li ser navê koma Renew a xwedî meyleke lîberal , parlamentera Fransî Nathalîe Loîseaû got ku, “Tirkiye li gorî nirxên Ewropayê tevnagere û bi dijminatî tevdigere”

Li ser navê Koma Komunîst (GÛE) parlamentera Elman Ozlem Demîrel jî got, “Hûn mafdar in ku Tirkiyê rexne dikin, nexwe divê tu kes çekan nefiroşe Tirkiyeyê.”

Endamê Koma Demokratên Sosyal, parlamenterê Kibrisê Costas Mavrîdes jî rexne kir ku Elmanya çekan difiroşe Tirkiyeyê û got: “Tirkiye van çekan li dijî nirxên Ewropayê bi kar tîne.”