Tîrmeh 07, 2020 09:07 Asia/Tehran
  • Hevserok, hevşaredar û endamên meclîsê yên HDP’ê hatin binçavkirin

Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, Hevserokê HDP’a Êlihê Omer Kûlplû û 7 endamên Meclîsa Şaredariyê yên ku beşdariya wan Civîna Meclîsa Şaredariyê hat astengkirin hatin binçavkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Civînên Melcîsa Şaredariya Êlihê (Batman) ku ji ber vîrûsa koronayê hatibû taloqkirin ji nûve dest pê kir. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP’yî xwestin biçin beşdarî civînê bibin. Polîsan beşdariya wan li ber avahiya şaredariyê asteng kir. 

9 KES HATIN BINÇAVKIRIN 

Endamên Meclîsê xwestin ji bo astengkirina civîna wan, girtek were girtin. Lê polîsan daxwaza wan pêk neanî. Li gel astengiyan jî endamên Meclîsê xwestin bikevin avahiyê. Polîsan mudaxileyî HDP’iyan kir û ewna binçav kirin. Hat zanîn ku Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, endamên meclîsê Şukran Çelebî, Gîzem Ogûrlû, Îlkay Alagoz, Şehrîban Aydin, Ayşe Onal, Recep Yargi, Şîrîn Şen û Hevserokê Rêxistina HDP’a Êlihê Omer Kûlplû hatine binçavkirin û ew birine emniyetê. 

‘ME BELGE XWEST NEDAN ME’ 

Ji endamên meclîsê Salîh Çetînkaya bi bîr xist ku ew endamên meclîsê yên hatine bijartin in û got: “Li şaredariyê telefonên me hene. Têkildarî lidarnexistina civînê agahî jî nedan me. Me jî belge xwest. Vê jî bicih neanîn. Hevalên ji ber xwestin bikevin şaredariyê hatin binçavkirin.”