Tîrmeh 05, 2020 16:31 Asia/Tehran
  • Elewiyên Dêrsimê bertek nîşanî nivîsandina nîşaneyên nijadperestiyê li ser ziyaretgeha 'Dizgun Bava' dan

Welatiyên elewî bertek nîşanî nivîsa “MHP” û îşareta “sê heyv” ku li ser Ziyaretgeha Dizgun Bava hatiye xêzkirin dan û vê yekê wek nijadperestiyê pênase kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li navçeya Qisle ya Dersimê li zinarê Ziyaretgeha Dizgun Bava nivîsa “MHP” û îşareta “sê heyv” hatibû nivîsandin û xêz kirin.

Welatiyên elewî bertek nîşanî nivîsê û sê hyevan dan. Serokê Cemxaneya Dizgun Bava Alî Kirmiziçîçek û welatî çûn serdana cemxaneyê û diyar kirin ku nivîs û xêzkirina sê heyvan bi rasthatina salvegera Komkujiya Madimakê manîdar e. 

 

‘BILA RÊZ BIGIRIN’

 Fatma Kara a ji navçeya Gêxî ya Çewligê çû serdana cemxaneyê ango ziyaretgehê diyar kir ku li welatekî dibe ku bawerî, netew, ziman û nêrîna wan cuda be lê nayê wê wateyê ku li dijî baweriyên cuda dijmînî û nijadperestî were kirin û nivîs û sê heyv nijadperestî û cudakari ye. Kara got divê ev nijadperestî bidawî bibe û bi salan e li dijî baweriya wan ev êriş tên kirin û xwest ji baweriya elewîtiyê re rêz were girtin. 

‘NE TIŞTEK BIÇÛK E’

 Hakki Aradag jî da zanîn ku di salvegera Komkujiya Madimaka Sêwazê de xêzkirina nivîs û sembolên nijadperest ne tesadufî ye û ev yek jî ne nû ye û komkujiyên li Sêwaz, Mereş, Çorûm,

Gazî û gelek komkujiyên din bi bîra wan dixe. Aradag anî ziman ku li dijî ziyaretgeha Duzgun Baba bêhurmetî hatiye kirin û got: “Ev ne tiştên biçûk in. Zîhniyeta talanger û kujer li ser kar e.

Ne mimkin e ev zîhniyet bigihîje sekretinê. Em ê di rêya baweriya xwe de bin. Em ê destûrê nedin van kirinan.” 

‘EM Ê GILÎ BIKIN’

 Serokê Cemxaneya Dizgun Bava Alî Kirmiziçîçek jî destnîşan kir ku li ser axa wan a pîroz Duzgun Baba xwedî cihekî xwe yê girîng e û wiha got: “Li ziyaretgeha me nivîs û remzên faşîst û nijadperest hatine xêzkirin. Em vê êrişê qebûl nakin. Em qet ne xerîbê van êrişan in. Çimkî ev beriya 2’yê Tîrmehê Komkujiya Sêwazê hatiye nivîsin. Em ne xerîbê wan komkujiyanin jî. Em vê zîhniyetê ji Sêwazi, Mereş, Çôrum, Qoçgirî, Dersimê û deqkirina malên elewiyan nas dikin. Em ê bi sazî û dezgehên xwe re dan û sitandinê bikin û giliyê vê êrişê bikin.” 

‘DIXWAZIN CEMXANEYA ME HILWEŞÎNIN’

 Ji welatiyan Welî Yildiz jî bi bîr xist ku ev der cihê Dizgun Bava ye û nivîs û remza nijadperest şermezar kir. Yildiz da zanîn ku li cihê loqme belav dikin nivîs û remz hatiye xêzkirin û got: “Dixwazin me bitirsînin. Ji jor ve kevira bi ser ziyaretgehê ve berdidin. Yanî keviran diavêjin cemxaneya me û dixwazin hilweşînin.”