Tîrmeh 03, 2020 22:33 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê di kargeha fîşekên hewayî de teqîn derket 

Li parêzgeha Sakarya ya li bakurê rojavayê Tirkiyê, di kargeha fîşekên hewayî de teqînek mezin çê bû. Li gor agahiyên destpêkê, di encama teqînê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 73 kes birîndar bûn.

Bûyer li karegha fîşekên hewayî ya li qezaya Hendekê çê bûye, lê sedema teqînê hêj nediyare.

Li gor medyayên Tirkiyê, dengê teqînê heta 50 kîlometran Li parêzgeha Sakarya ya li bakurê rojavayê Tirkiyê, di kargeha fîşekên hewayî de teqînek mezin çê bû. Li gor agahiyên destpêkê, di encama teqînê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 73 kes birîndar bûn.dûrî kargehê hatiye bihîstin û gelek kes ji ber dengê teqînê li qezaya Hendek derketin cade û kolanan.

Piştî teqînê gelek ambulans û ekîbên tendirustiyê ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin.

Waliyê Sakaryayê, Çetin Oktay Kaldirim ragihand, li gor zanyariyên me di kargehê de di navbera 150 heta 200 kesan hene. Kaldirim herwiha dibêje, “ji ber bûyer li kargeha fîşekên hewayî ye û teqîn hêj berdewam in, em nikarin destwerdanê bikin.”

Li gorî zanyariyên destpêkê, 2 kesan canê xwe ji dest dane û 73 kes birîndar bûne.

Ajansa fermî ya Tirkiyê Anadoluyê ragihandiye, sê wezîrên wî welatî ku ji Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu , Wezîrê Tendirustiyê Fehrettin Koca û Wezîra Malbat, Kar û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçuk ji bo şopandina rewşê û lêkolîna derbarê teqînê de çûne Sakaryayê.

Li wê kargehê di 11 salên dawî de ev teqîna sêyemîn e ku çê dibe. Di teqînên berê de 2 karkeran canê xwe ji dest dabûn û nêzikî 40 karkeran jî birîndar bûbûn.