Tîrmeh 01, 2020 09:22 Asia/Tehran
  •  Buldan:

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, operasyona li dijî KCD'ê şermezar kir û anî ziman ku operasyona li dijî KCD'ê asta dijminantiya li dijî kurdan nîşan dide û got: "Bi vê operasyonê dixwazin rêxistina demokratîk a Kurdan tasfiye bikin."

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di civina koma HDP'ê ya li meclîsê de geşedanên dawî nirxandin. Buldan, anî ziman ku rewşa parlamenterên HDP'ê yên bi Vîrûsa Koronayê ketine baş e û wiha got: "Niha dermankirina wan didome. Li Cizîrê şewba vîrûsê zêde dibe. Ev yek me dixe nava fikaran. Divê tedbîran ji dest bernedin. Dîsa li bajarên herêmê nexweşî zêde bûye. Bi navê asayîbûnê hêjmaran kêm nîşan didin. Mirovên bi şika vîrûsê diçin nexweşxaneyan wan test nakin. Nexweşxane têrê nakin. Em carek din bang li gelê xwe dikin ku bi derfetên xwe tedbîran bistînin. Em ê bi hemû derfetên xwe li cem gelê xwe cih bigirin." 

Buldan anî ziman ku naxwazin Kurd xwe bi rêxistin bikin û wiha pêde çû: "Naxwazin kurd xwe bi rêxistin bikin û bêne cem hev. Naxwazin bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bi ser avahiya KCD'ê de digirin û KCD'ê mohr dikin. Ji ber ku HDP'ê ji Edîrne û Colemêrgê meşa Enqereyê li dar xist, dixwazin demokrasiyê têk bibin. KCD platforma demokrasî û rewa ya civaka demokratîk e. Kongreya gelan e. Kongre gel bixwe ye. Ew rêxistina ku deriyê wê şikandin, ji bo aştî û çareseriya vî welatî têdikoşe. Operasyona li dijî KCD'ê dijminantiya li dijî KCD'ê û demokrasiyê ye. Hûn bi van operasyonan nikarin rê li pêş têkoşîna demokratîk, rêxistinbûna jinan, bigirin. Ev operasyon dê rêxistinbûna me û gelê me bêzir zêde bike. Em dest ji tekoşîna demokrasiyê bernadin."