Hezîran 30, 2020 13:56 Asia/Tehran
  • Balafirên Tirkiyê 3 gundên Zaxoyê bordûman kirin

Balafirên Artêşa Tirkiyê bi heceta şerê li dijî PKKê, 3 gundên bajarê Zaxoyê bordûman kirin.

Qaymeqamê nahiya Batîfa ya bajarê Zaxoyê, Dilşêr Ebdulsetar got, derengiya şeva borî balafirên Artêşa Tirkiyê bi heceta hedefgirtina pêgehên PKKê, gundên Bîrbila, Eblehî û Minînê yên Batîfa bordûman kirin.

Dilşêr Ebdulsetar her wiha got, ew sê gundên han beriya niha ji ber êrişên balafirê û topxana artêşa Tirkiyê hatibûn valakirin, ji ber wê jî ziyan negihîştiye ti kesî.

Bi gotina qaymeqamê Batîfa, balafirên Artêşa Tirkiyê şeva borî çiyayê Şaqulî yê Zaxoyê jî bordûman kirin.

Hêjayî gotinê ye di encama êriş û bombebaranên artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê heya niha gelek kesên sivîl hatine kuştin û birîndar bûne û gelek ziyanên madî jî li rûniştiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê ketine.