Hezîran 30, 2020 12:22 Asia/Tehran
  • Li Amedê 23 kesên din jî bi tohmeta ‘endamtiya PKKê’  girtin

Dadgeha Amedê bi tohmeta endamtiya PKKê biryara girtina 23 kesan da.

Serdozgeriya Komarî ya Amedê li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) lêpirsînek dabû destpêkirin û biryara girtina 64 kesan dabû.

Di çarçova wê lêpirsînê de hêzên polîs li bajarên Amed, Stenbol, Îzmîr, Êlih, Edene û Rihayê, bi ser gelek malan de girtibûn.

Di encama wan serdegirtinan de 45 kes hatibûn desteserkirin û 16 kes duh hatibûn dadgehîkirin û ji wan 8 kes bi tohmeta ‘endamtiya PKKê’ hatibûn girtin.

Her di berdewamiya wê doze de, 29 kes jî derketin pêşberî dadgehê û 23 kes ji wan dîsa bi tohmeta ‘endamtiya PKKê’ hatin girtin.

Ji wan 45 kesên hatibûn desteserkirin, 22 kes bi mercê kontrola edlî hatin berdan ku Naşîde Toprak, şaredara berê ya Sîlvanê jî di nav wan de bû.

Herwiha polîsê Tirkiyê di çarçova wê lêpirsînê de bi ser avahiya KCDê de jî girtibûn û tabelayên KCDê daxistibûn.