Daketina bêmînak a asta hebandîbûna Trump bere berê hilbijartinên Kongira Amerîkayê
Îlon 22, 2026 18:24 Asia/Tehran
Di halekî da ku tenê nêzî 6 hefte ji bo dewra navîn a hilbijartinên Kongira Amerîkayê mane, li gorî encama rapirsîyeke nû, asta hebandîbûna Donald Trump bi awayekî bêmînak u dîrokî daketîye.
Li gorî rapirsîya nû ya Reuters u Ipsosê, asta hebandîbûna Donald Trump Serokomarê Amerîkayê daketîye sedî 32yê ku asta herî nizim di dewra duyem a serokomartîya wî da ye. Dewra navîn a hilbijartina Kongira Amerîakyê yê di 3yê Mijdarê da were lidarxsitin u yê dengdan têkildarî hemî kursîyên Meclisa Parlimanteran u nêzî yek ji sêyê kursîyên Senayê be. Hevgavê vê yekê, jordaçûna bihaya enerjîyê, bihabûn u xercên jîyanê ji mijarên herî girîng in ku debgderên amerîkî bala xwe danê.