Hezîran 03, 2020 08:53 Asia/Tehran
  • DBP: Serhildana li Amerîkayê hêrsa li dijî cudakariyê ye

DBP’ê têkildarî xwepêşandanên li Amerîkayê yên piştî kuştina George Floyd dest pê kirin daxuyanî da û got: “Ev ne dagirkirina kuçeyan e. Ev hêrsa li dijî cudakariya bi sedsalan e pêk tê ye.”

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî xwepêşandanên li Amerîkayê piştî kuştina welatiyê reşik George Floyd dest pê kirin û didomin daxuyaniyek nivîskî belav kir. DBP’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku raperîna gelê Amerîkayê li ser zemîneyek meşrû û rewa pêk tê.

 'NIJADPERESTIYÊ REWA DIKIN’ 

DBP’ê gotina Floyd a dema hat kuştin “ez nikarim nefesê bistînim” bi bîr xist û got: “Em kurd jî bi sedan car bûne şahide vê gotinê û komkujiyan. Hêj duh ciwanê kurd Bariş Çapan ê ji ber li strana kurdî guhdar kir li Enqereyê hat qetilkirin. Nijadperestî bi destê dewletê pêk tê û dixwazin nijadperestiyê serwer bikin. Rayedarên Amerîkî bi daxuyaniyên xwe dixwazin hovîtiyê û nijadperestiyê asayî bikin. Ev ne dagirkirina kuçeyan e. Ev hêrsa li dijî cudakariya bi sedsalan e pêk tê ye. Raperîn dozek mafdar û rewa ye. Li hemû welatan û li Amerîka jî polîs hêza dagirkeriyê ye. Em li cem berxwedana gelê Amerîka cih digirin. Em serkeftina xwe ya bi berxwedanê carek din dubare dikin.”