Hezîran 01, 2020 18:33 Asia/Tehran
  • EL-EYN: Bi

Rojnameya erebî ya "El-Eyn" nivîsî: "Nivîskarekî Tirk eşkere kir ku rêveberiya ewlehiya giştî li Tirkiyê, bazara kirîna milyonek guleyên plastîk û 500 alavên reşandina gaza îsotan û 5 hezar bombeyên gazê kiriye."

Li gorî rapora Hawar Newsê, Rojnameya erebî ya "El-Eyn" nivîsî, Ev agahî ji aliyê nivîskara Tirk "Çigdem Toker" ve hatin dayîn û rojnameya "Sozcu" ya dijber jî weşandin.

Nivîskar diyar kir ku daxwaznameya kirînê roja 27`ê Gulanê hatiye weşandin, her wiha dipirse "gelo çima dê ev qas alav bêne kirîn, eger dê hin bûyerên civakî yên germ çênebin?"

Nivîskar got rêveberiya ewlehiyê xwestiye pir tiştên zêde bikire ji bo meha pêşiya me."