Li Sêrtê kesê di qerantînayê de bû mir
May 27, 2020 07:44 Asia/Tehran
Li Sêrtê Adulbaki Y. yê xebatkarê marketekê bû, piştî bi Vîrûs Koronayê ket û xistin qerentînayê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Li Sêrtê kesekî bi Vîrûs Koronayê ket jiyana xwe ji dest da. Walîtiya Sêrtê daxuyanî da û anî ziman ku li taxa Bahçelievler a Sêrtê xebatkarekî marketê bi vîrûsê ket û 7 roj berê xistin qerantînayê. Piştî qerantînayê li marketê test kirin û testa 7 xebatkaran pozitîf derket.
Ji 7 kesên xistin qerantînayê Abdülbaki Y., li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da.