Sê binkeyên hêzên siûdî li dû gefên Yemenê hatin valakirin
Erebistanê piştî şopandina xwefirên nasînê û wergirtina hin gefan li ser êrişa ser sîstimên berevaniyê, Koşka Serokomartiya Meaşîqê li Edenê û binkeyên xwe yên li bajarên Şebwe û Hezermûtê vala kirin.
Piştî hewldanên berdewam ji bo êrişa ser sîstimên berevaniya hewayî ya Erebistana Siûdî yên li derdora Koşka Serokomartiya Meaşîqê li Edenê, çavkaniyên agehdar ên istixbaratî ji El Ixbarê re aşkera kir ku fermandetiya Hevalbendiya Siûdî ya li vî bajarî, fermana valakirina koşkê, sekinandina hemû civînên dewleta şstîfakirî ya alîgirê Riyazê ku li wir dihatin lidarxistin û veguhestina nivîsgehên çend endamên Konseya Serokatiyê bo navçeyên din ên Edenê daye.
Koşka Meaşîqê piştî ku di qada hewayî ya ser koşk, avahiyên serokomartiyê, mêvanxane û holên civînên serokomartiyê de bi awayekî berdewam hin xwefir hatin dîtin, hat valakirin.