Pêhişyariya Wezîrê Karên Derve yê Çînê li bara rewşa navçeya rojavaya Asiyayê
Tebax 24, 2026 18:25 Asia/Tehran
Wang Yî, Wezîrê Karên Derve yê Çînê, destnîşan kir: Rojhilata Navîn û navçeya Kendava Farsê gihîştiye xaleke hestyar û ji hemû aliyên pevçûnê xwest demlidest vegerin gotûbêj û muzakireyan.
Anegorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Çînê, Wang Yî, Wezîrê Karên Derve yê vî welatî li hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Kuweytê re li Pêkenê got: Nabe ku pevçûnên berdewam ên berê dubare bibin û ewlewiyeta sereke kêmkirina kêşeyan e.
Wî herwiha got: Nika rewşa Rojhilata Navînê hîna jî cidî û bikaresat e.
Wang Yî herwiha got: Çîn bi awayekî vebirr li rex aliyê dirust ê dîrokê û li rex helwêsta adilane ya welatên navçê disekine û rola xwe ji bo belavkirina aştî û istiqrara Rojhilata Navînê dilîze.