25 maşîneyên zirxî yên Artêşa Tirkiyê derbasî Idlibê bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316209-25_maşîneyên_zirxî_yên_artêşa_tirkiyê_derbasî_idlibê_bûn
Artêşa Tirkiyê şandina eskerî û maşîneyên zirxî ya ber bi axa Idbilê ve didomîne. Artêşa Tirkiyê (TSK) cadeke din 25 erebeyên eskerî yên zirxî sewqî Idlibê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 27, 2020 07:32 Asia/Tehran
  • 25 maşîneyên zirxî yên Artêşa Tirkiyê derbasî Idlibê bûn

Artêşa Tirkiyê şandina eskerî û maşîneyên zirxî ya ber bi axa Idbilê ve didomîne. Artêşa Tirkiyê (TSK) cadeke din 25 erebeyên eskerî yên zirxî sewqî Idlibê kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Artêşa Tirkiyêheta niha gelek caran bi sedan maşîneyên zirxî yên eskerî sewqî herêma Idlibê kirine. Sewqîyat hêj didome.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku karwanekî eskerî yê Artêşa Tirkiyê ku ji 25 erebeyan pêk dihat, bi rêya deriyê Kefer Losîn ê li ser sînorê bi Lîwa Îskenderon, derbasî Idlibê bû û berê xwe da noqteya çavdêriyê ya Tirkiyê ya li Baregeha El-Mestûma ya nêzî bajarê Idlibê. 

Bi vê yekê re ji 5`ê Adarê heta niha 3 hezar û 460 maşîneyên eskerî yên zirxî derbasî axa Sûriyeyê bûn