SOHR: Şandina çeteyên ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve didome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316208-sohr_Şandina_çeteyên_ji_sûriyê_ber_bi_lîbyayê_ve_didome
Dewleta Tirkiye û Rûsya çeteyên li Sûriyê ber bi Lîbyayê ve dişînin. Hejmara kuştiyên çeteyên Tirkiyê li Lîbyayê bû 318 û ji wan 18 zarok in.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 27, 2020 07:23 Asia/Tehran
  • SOHR: Şandina çeteyên ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve didome

Dewleta Tirkiye û Rûsya çeteyên li Sûriyê ber bi Lîbyayê ve dişînin. Hejmara kuştiyên çeteyên Tirkiyê li Lîbyayê bû 318 û ji wan 18 zarok in.

Li gorî rapora ANHA'yê, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku dewleta Tirkiyê çeteyên ji Sûriyê dişîne Lîbyayê da ku li kêleka hikumeta Wîfaq a Lîbyayê şer bikin. Ji bo şandina çeteyan ber bi Lîbyayê ve delal û simsar çêbûne û li gorî hejmara çeteyan, sûdê digirin.

Çavkaniyan ji SOHR’ê re gotin li parêzgeha Idlib û Helebê bi dehan delalên ku propagandaya şerê li Lîbyayê dikin, hene û xelkê bi pereyên zêde û fetwayên îslamî teşwîq dikin. SOHR’ê piştrast kir ku delal serê her çeteyekî 100 dolar werdigirin.

Her wiha zarokên kêmî 18 saliyê bi şertê ku zarok beriya niha hatibe perwerdekirin û tev li şeran bûbe, digirin. Hejmara çeteyên Tirkiyê ku li Lîbyayê hatine kuştin, bû 318, ji wan 18 zarok in ku temenê wan kêmî 18 salan e.

SOHR’ê diyar kir ku çeteyên hatine kuştin ên Lîwa El-Mutasim, Firqet Sultan Mûrad, Lîwa Siqûr E-Şemal, Firqet El-Hemzat û Silêman Şah in.

Rûsya jî xelkên ji Sûriyê dike leşker û ber bi şer li Lîbyayê ve dişîne da ku li kêleka hêzên nasyar bi Artêşa nîştîmanî ya Lîbyayê şer bikin.

SOHR’ê diyar kir ku heta van kêliyan hejmara çeteyên ku ji aliyê şîrketa Umniya ya Rûsyayê ve ber bi Lîbyayê ve hatine şandin, bû 450 çete û ew jî ji parêzgehên Reqa, Humis, Laziqiyê û Hesekê ne. Beşeke din jî li Laziqiyê li herêma baregeha Himemîm a leşkerî ne da ku wan ber bi Lîbyayê ve bişînin.Çavkaniyan ji SOHR’ê re anî ziman ku çete ji bo biçin Lîbyayê û li kêleka hêzên Hefter li dijî hikumeta Wîfaq şer bikin, hezar dolarî digirin.