Li Çelê û Lêlikanê çalakiyên PKKê li dijî hêzên Tirkiyê
Hêzên PKKê li Çelê û Lêlikanê çalakî kirin. Di çalakiyan de 2 kozik û 2 çekên giran ên A4 hatin îmhakirin, herî kêm 3 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê li ser çalakiyên hêzên xwe û êrişên artêşa Tirkiyê daxuyaniyek weşand û tê de ragihand ku di 24'ê Gulanê saet 09:30'î de li geliyê Deştanê yê li navça Çelê ya Colemêrgê hêzê wê li dijî artêşa Tirkiyê çalakiyek kirin. Di çalakiyê de 2 kozik û 2 çekên giran ên A4 ên artêşa Tirkiyê hatin îmhakirin, bi qasî ku hate tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin û yekîneya PKKê ya ku çalakî pêk anî bi rengekî serketî li baregeha xwe vegeriya.
Di daxuyaniyê de herwiha hatiye ragihandin ku 24`ê Gulanê hêzên PKKê li herêma Xakurkê ya Herêma Kurdistanê li dijî artêşa Tirkiyê a li ser Girê Lêlikanê çalakiyek kirin û derbên giran li kozik û stargehên artêşa Tirkiyê xistin, lê hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate tespîtkirin.
PKKê herwiha diyar kir kku Artêşa Tirkiyê sibeya 22'ê Gulanê li navça Elkê ya Şirnexê, li qada gundên Keleş, Astenga, Tehtê Reş û Toranî yên qada Masîroyê dest bi operasyonê kir. Operasyon heman rojê saet di 15:30'î de bêencam bi dawî bû.
24`ê Gulanê saet di 19:30'î de jî balafirên şer ên artêşa Tirkiyê, bombe li qada Çemço ya herêma Zapê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."