Stenbol- 4 ciwanên Efrînî hatin desteserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316175-stenbol_4_ciwanên_efrînî_hatin_desteserkirin
Dezgeha Ewlehiya Tirkiyê li Stenbulê 4 ciwanên Efrînê desteserkirine. Heta niha jî çarenivîsa wan nedîyar e .
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 26, 2020 05:00 Asia/Tehran
  • Stenbol- 4 ciwanên Efrînî hatin desteserkirin

Dezgeha Ewlehiya Tirkiyê li Stenbulê 4 ciwanên Efrînê desteserkirine. Heta niha jî çarenivîsa wan nedîyar e .

Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê, duh roja yekşemê 24.05.2020an ragihand, di pêncê Gulanê de hewalgirîya Tirkiyê li bajarê Stenbulê 4 ciwanên Efrînî ku ji gundê Aşkan a ser bi nahiye ya Cindirêsê ve ye  desteserkirin, li gor rêxistinê jiber pirisgirêkên civakî û tuhmetên ku ew ciwan ser birêveberiya xweser ve ne, yek ji pêkhateyên ereb ji heman gundî gilî li wan kirîye.

Herwiha ligor rêxistinê ew ciwan ji sala 2012yê ve jiber leşkerîya neçar ji Sûriyê derketine û ew niha li Stenbolê niştecî ne. Navên wan jî Xalib Mehemed Bekir 37 salî , Ednan Fewzî Silêman 20 salî, Mistefa Mehemed Wiso 22 salî, Mistefa Ehmed Weysî, 25 salî ye, çarenivîsa wan jî nedîyare.