EREB: Erdogan balefirgehên welatê xwe jibo Israîlê vedike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316164-ereb_erdogan_balefirgehên_welatê_xwe_jibo_israîlê_vedike
Rojnameya Ereb nivîsî: Erdogan ku xwe wek alîgirê gelê Filistînê dizane, balefirgehên welatê xwe jibo Israîlê vedike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 25, 2020 17:30 Asia/Tehran
  • EREB: Erdogan balefirgehên welatê xwe jibo Israîlê vedike

Rojnameya Ereb nivîsî: Erdogan ku xwe wek alîgirê gelê Filistînê dizane, balefirgehên welatê xwe jibo Israîlê vedike.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê, Rojnameya erebî ya "Ereb" têkildarî şandina alîkariyên Îsraîlê  ji bo Tirkiyê, wiha nivîsî: "Ji beriya 10 salan ve, cara yekê balafireke girêdayî şerîketa "Al"a geştên hewayî ya Îsraîlê, li erdên Tirkiyê dadikeve. Ev yek siyaseta du alî ya xîtaba siyasî ya desthilatdariya serokkomarê Tirkêiy Recep Tayyîb Erdogan nîşan dide."

Di demekê de ku Erdogan bi xîtabê xwe, xwe wekî piştevanê doza Filistînê li dijî Îsraîlê nîşan dide, Enqere têkiliyên siyasî û aborî yên xurt bi "Til Ebîbê" re datîne.

Ev yek balê dikşîne ser bazirganiya serokkomarê Tirkiyê bi dozeke Ereban a sereke bi rêya berzkirina dirûşmeyên ji bo armancên siyasî û da ku deweta Tirkiyê wekî alîgira bindestan bê nîşandan.

Siyaseta dualî ya Enqereyê di têkiliyên bi civaka navneteweyî re, bûye mijareke nîqaşê û rastî gelek rexneyan tê. Ev siyaset ji dema ku Erdogan hate ser peywirê ve tê meşandin.

Berdevkê şerîketa "El-Al" piştrast kir ku balafira " Dreamliner" a girêdayî şerîketê roja yekşemê li balafirgeha Stanbûlê daketiye. Piştî ku sala 2010`an di navbera her du welatan de aloziyeke dijwar derketibû, ev yekem rêwîtiya Îsraîlê ya yekser ji bo Tirkiyê pêk tê ye.

Têkildarî mijarê, rojnameya " The Jerusalem Post" diyar kir ku balafira Îsraîlê li Stanbolê bi nêzî 24 ton madeyên alîkariyê yên ji bo Amerîkayê da ku alîkariyê bide têkoşîna li dijî Vîrûsa Koronayê, hatiye barkirin.