Kiryara handêr a Tirkiyê li bakurê Sûriyê
May 25, 2020 14:39 Asia/Tehran
Medyayan qala çûyîna Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê bo nav axa Sûriyê bo cara yekem kirin.
Li gorî rapora ISNAyê, Silêman Soylû, Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê ku welatê wî beşeka axa Sûriyê dagîr kiriye, bi kiryareke handêr û bêyî haydarkirina dewleta Sûriyê bo cara yekem derbasî bajaroka Rayiyê li derdora Helebê li bakurê vî welatî bû.
Medyayên Tirkiyê ragihandin ku Soylû duh anku Yekşemiyê seredana navenda fermandetiya vî welatî li bajarê Rayiyê yê Sûriyê kiriye.
Ev cara yekem e ku wezîrekî Tirkiyeyî bêyî destûra dewleta Şamê diçe nav axa Sûriyê.
Destdirêjiya artêşa Tirkiyê ser bakurê Sûriyê û dagîrkirina hin navçeyên vî welatî tûşî şermezarkirina gel û dewleta Sûriyê û civaka cîhanî bûye.