Derewa ku Erdogan û Tirkiye debarê Rêjîma Siyonîst dubare dikin
Serokomarê Tirkiyê Yekşemiyê bi şev bi weşandina peyamekê bi boneya cejna pîroz a Remezanê ragihand: Quds hêla sor a misilmanên cîhanê ye.
Li gorî rapora IRNAyê, Receb Teyib Erdogan, Serokomarê Tirkiyê tevî rexneya ji plana Rêjîma Siyonîst a xistina hin beşên Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê ser erdên dagirbûyî, got: Tirkiye dê nema dagîrkirina erdên filistîniyan bipejirîne.
Erdogan bi gotina vêya ku Israîl bi dagîrkirina erdên Filistînê, mafên filistîniyan û mafên navneteweyî binpê dike, bi tundî ji kiryarên dagîrkeriyê yên Rêjîma Siyonîst rexne kir.
Ev gotinên Erdogan û gotinên din ên bi vî rengî yên rayedarên Tirkiyê ku carinan tên hilêxistin, di halekî da ye ku Tirkiyê têkilliyeke aborî ya xurt û berdewam bi rêjîma Siyonîst ra heye û ji hêla dîrokî va jî yekemîn welatê misilman e ku hebûna Rêjîma Siyonîst û dagîrkeriya wî li axa Filistînê bi fermî nas kiriye.Erdogan di halekî da Tirkiyê bixwe ev çend sal in bi êrîşên xwe yên hovane û bi riya birêxistinkirina komên çete û têrorîst beşeka axa Sûriyê dagîr kiriye û hemen karê ku bi salan e Rêjîma Siyonîst li Filistîna dagîrbûyî pêk aniye, li bakurê Sûriyê nemaze li herêmên weke Efrînê dubare dike.