Li Amedê 12 kes hatin girtin
May 24, 2020 21:30 Asia/Tehran
Ji 18 kesan ku bi operasyoneke siyasî hatibûne destgîrkirin 12 jê bi îdîaya 'endamtiya rêxistina terorê' hatin girtin.
Ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve bi çarçoweya lêpirsînê ya li ser Komeleya Jinan a Rosayê 22'yê Gulanê operasyoneke siyasî dest pê kiribû, rêveberiyên komelê û siyasetmedarên Kurd jî di nav de 18 kes hatibûn destgîrkirin. Ên ku hatine destgîkrin piştî ku rojekê li Midûrtiya Emniyetê ya Amedê hatin hiştin duh birin edliyê. 14 ji destgîrkiriyan bi daxwaza ku werin girtin şandin dadgehê û ji bo 4'an jî bi şertê kontrola edlî hate xwestin ku werin berdan.