Dewleta Tirkiyê 500 çeteyên din ên sûrî şandin Lîbyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316133-dewleta_tirkiyê_500_çeteyên_din_ên_sûrî_şandin_lîbyayê
Şerê di navbera hikumeta Wîfaqa Nîştimanî û Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê de berdewam e. Dewleta Tirkiyê karwanekî din ji çeteyên ji Sûriyê rêkirin Lîbyayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 24, 2020 21:13 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê 500 çeteyên din ên sûrî şandin Lîbyayê

Şerê di navbera hikumeta Wîfaqa Nîştimanî û Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê de berdewam e. Dewleta Tirkiyê karwanekî din ji çeteyên ji Sûriyê rêkirin Lîbyayê.

Dewleta Tirkiyê  500 çeteyên din şandin Lîbyayê, da ku bi hikumeta Wîfaqê re li dijî artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bisekinin. Dewleta Tirkiyê vê carê, çete rêkirin paytexeta Lîbayayê Terablûsê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye(SOHR) diyar kir ku heta niha deh hezar û 100 çeteyên sûrî gihaştin Lîbyayê di heman demê de hejmara çeteyên gihaştin kampên Tirkiyê ku li wir perwerde bibin gihêşt 3 hezar û 400 çeteyan.

SOHR`ê piştrast kir ku di nava komên çeteyan derdora 200 zarok hene, temenê wan di navbera 16 û 18 de ye û piraniya wan ji çeteyên Sultan Murad in.